IEC: Hilberîna petrolê daketiye asta herî kêm a dîrokê

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) diyar kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û astengiya li Tengava Hurmuzê hilberîna petrolê ya welatên Kendavê ya rojane herî kêm 10 milyon warîl kêm bûye.

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) raporek weşand û destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn di piyaseya petrolê ya gerdûnî de rê li ber daketineke mezin vekiriye.

Li gorî ajansê, ji ber astengiya li Tevgaba Hurmuzê hilberîna petrolê ya welatên Kendavê rojane herî kêm 10 milyon warîl bûye. Ev mîqdar nêzîkî ji 8 milyon warîl petrola xav û 2 milyon warîl ji kondensat û berhemên din ên petrolê pêk tê.

IEA’yê diyar kir ku li welatên weke Iraq, Qeter, Kuweyt, Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî û Erebistana Siûdî asta hilberîna petrolê gelekî daketiye.

‘MEZINTIRÎN DAKETINA HILBERÎNA PETROLÊ’

Ajansa ku navenda wê li bajarê Parîsê ye, hişyariya ku şerê li Rojhilata Navîn di piyaseya petrolê ya gerdûnî de rê li ber mezintirîn daketina hilberîna petrolê vekiriye, da.

Hate îfadekirin ku beriya şerî ji Tengava Hurmuzê rojane nêzîkî 20 milyon warîl petrol û berhemên petrolê yên din derbas dibûn û a niha ev rêje gelekî daketiye.

DI HILBERÎNA GERDÛNÎ DE BENDEWARIYA DAKETINÊ

Li gorî IEA’yê ji ber van geşedanan tê payîn ku di meha Adarê de hilberîna petrola gerdûnî de rojane 8 milyon warîl kêm bibe.

Tê texmînkirin ku beşeke kêmbûna hilberîna li Rojhilata Navîn jî li gel zêdekirina hilberîna hin welatên din ên derveyî Rûsya, Qazaxistan û OPEC’ê were telafîkirin.